Dizîna nifta gelê erdhejlêketî yê Sûrîyê tê domandin
Sibat 28, 2023 14:47 Asia/Tehran
Leşkerên amerîkî careka din nifta ji rojhilatê Sûrîyê dizîbûn, bi çend tankeran veguhestin binkeyên xwe yên li Iraqê.
Leşkerên amerîkî duh danê êvarê 34 tankerên tijî nift ji derbasgeha neyasayî ya Mehmûdîyeyê li rojhilatê parêzgeha Hesekeyê veguhestin Iraqê.
Leşkerên amerîkî di halekî da nifta Sûrîyê didizin ku gelê vî welatî tûşî dûhatên erdheja li vî welatî bûye.
Wezareta Niftê ya Sûrîyê berî vîya ragihandibû ku hêzên amerîkî û kirêgirtîyên wan di rojê da nêzî 66 hezar bermîl nift ji deverên dagirkirî li rojhilatê Sûrîyê didizin û bi qaçaxî derbasî Iraqê dikin û li bazara reş ango qaçax a Herêma Kurdistanê difiroşin û beşeke wê jî wek pêwîstî vediguhêzin binkeyên xwe.