Sibat 27, 2023 17:59 Asia/Tehran
  •  Wezîrê Karên Derve yê Misrê bi Serokkomarê Sûriyê re hevdîtin pêk anî

Serokkomarê Sûriyê bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê re ku serdana Şamê kiriye, hevdîtin pêk anî.

 “Samih Şukrî” Wezîrê Karên Derve yê Misrê îro bi pêşewaziya “Feysel Miqdad”, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê bo nîşandana hevxemiya xwe bi Sûriyê re û bona girtina pêşiya dûhat û şopên erdheja vê dawiyê gihêşt balefirgeha Şamê.

 Di vê hevdîtinê de, Samih Şukrî bi hikûmet û gelê Sûriyê re hevderdî kir û û teqez kir ku welatê wî bo dewama dayîna alîkariyan bo erdhejlêxistiyên sûrî amade ye.

 Wezîrê Karên Derve yê Misrê her wiha çû seredana Beşar Esed, Serokkomarê Sûriyê û bi wî re derbarê meselên dualî û navçeyê gotûbêj kir.

 Eva yekim serdana Wezîrê Karên Derve yê Misrê bo Sûriyê piştî 12 salan e.

Duh jî serokê Parlemana Misrê bi şanda Yekitiya Parlemanên Welatên erebî serdana Şamê kir û bi Beşar Esed Serokkomarê Sûriyê re jî hevdîtin pêk anî.

 

Serepeyv