Sibat 26, 2023 17:57 Asia/Tehran
  • Welatiyên sûrî li dijî dewama boykotên welatên rojavayî kom bûn

Welatiyên bajarê Hesekeya Sûriyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî dewama boykotên welatên rojavayî li dijî welatê xwe, kom bûn.

Welatiyên Sûriyê di vê kombûnê da ku li meydana navendî ya bajarê Hesekeyê hat lidarxistin daxwaza rakirina boykotên zalimane û dorpêçê kirin. Wan bi rakirina hin pankard û nivîsan tevî şermezarkirina dorpêça zalimane li ser Sûriyê, ev  pêvajo wek zincîreyek ji amûr û alavên ji bo anîna zextê li ser Şamê bi nav kirin ku ji dema birêxistina şerê terorîstî dijî welatê wan hatine bikaranîn.

Wan ji azadîxwazên cîhanê xwestin ku boykot û dorpêça li ser Sûriyê şermezar bikin û ji ber dûhatên wêranker ên erdheja vê dawiyê, li dû rakirina van boykotan bin.

Sûriye tûşî boykotên Amerîka û welatên ewropî bûye; boykot di heyama dehsaliya derbasbûyî da bûne sebeb ku gellek kelûpelên pêwîst wek dermanan li vî welatî kêm bibin. Boykota di warê dermanan da cinayeta herî mezin bû ku Amerîkayê  dijî gelê Sûriyê pêk anî û di vê rewşa qeyranî da, gelek dermanên pêwîst nakevin ber destê welatiyên sûrî.

Di vî halî da boykot bûne sebeb ku derfet ji bo şandina alîkariyên mirovdostane bo Sûriyê hema wisa tunebe.

Serepeyv