Sibat 20, 2023 08:55 Asia/Tehran
  • Feysel Miqdad: “Êrîşa Îsraîlê ser cihên ne-leşkerî cinayeta dijî mirovahiyê ye”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê got: “Êrîşa mûşekî ya berbanga Yekşemiyê ya Rejîma Siyonîst ser cihên ne-leşkerî li Şamê û derdora wê cinayeta dijî mirovahiyê ye.”

Di halekî da ku gelê Sûriyê di du hefteyên derbasbûyî da ji ber qewimîna erdheja gelekî giran li vî welatî tûşî qeyraneke însanî ya giran bûye, Rejîma Siyonîst di êrîşa asimanî ya nû li ser hin taxên Şamê, pênc welatiyên sûrî kuştin û 15 kes jî  birîndar kirin. Ev êrîşa Rejîma Siyonîst ji aliyê komên Berxwedanê li navçeyê va hatiye şermezarkirin û Wezareta Derve ya Libnanê êrîşa Rejîma Siyonîst ser Şamê şermezar kir.

Feysel Miqdaqd Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê wek berteka li hemberî vê êrîşa siyonîstan di hevdîtina digel balyoz û serokên nûnertiyên dîplomatîk ên bi hitbar li Sûriyê, got: “Êrîşa mûşekî ya Rejîma Siyonîst ser taxên ne-leşkerî yên Şamê û  derdora wê ku di encamê da pênc kes şehîd bûn, 15 kes birîndar û gelekî mal jî wêran bûn, cinayeta dijî mirovahiyê ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê her wiha got: “Bi taybet ku ev bûyer di demekê da qewimî ku Sûriye hewl dide dûhatên erdhejê ku di encamê da hejmareke zehf a gelê Sûriyê canê xwe ji dest dan û binesazîyê vî welatî wêan bûn, çareser bike.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê got: “Dewama êrîş û cinayetên hovane yên rejîma dagirker a terorîstî li dijî gelê Filistîn û Sûriyê, gefeke aşkira li dijî aştî û ewlehiya navçeyê û derveyî wê ye.”

Feysel Miqdad her wiha amaje bi têkiliya aşkira navbera koma terorîst a DAIŞê û Rejîma Siyonîst kir û got: “Cinayeta vê dawiyê ya DAIŞê ku di encamê da bi dehan welatiyên bêçek li derdora rojhilatê Humsê hatin kuştin, hema bêje wê demê  pêk hat ku Rejîma Siyonîst li Şamê (berbanga Yekşemiyê) pêk aniye.”

 

Serepeyv