Hêzên amerîkî xwofireke îranî li esmanê Sûrîyê jorda xistin
Artêşa terorîst a Amerîkayê li Sûrîyê ragihand ku xwofireke Îranê li bakur- rojhilata Sûrîyê û li esmanê binkeyeke amerîkî jorda xistîye.
Fermandetîya hêzên terorîst ên Amerîakyê li Rojhilata Navînê di daxûyanîyekê da ragihand ku artêşa terorîst a Amerîkayê xwofireke Îranê li bakur-rojhilata Sûrîyê li raserî binkeyeke amerîkî li herêma operasyonê ya Konoko`yê jorda xistîye.
Misteşarekî îranî li Sûrîyê jî di vî warî da got: Xwofira Îranê ya hatîye jordaxistin, piçûk û ji wê curê bû ku bi destan tê firrandin û bi armanca ceribandina sîstemên berevanîya esmanî yên dijmin hatibû firrandin.
Vî misteşarê îranî herwiha got: Xwofira îraîn ku li esmanê Sûrîyê hatibû firrandin, hemî armancên dîyarkirî bi dest xistin. Bihaya wê xwofirê bin hezar dolarî bû lê amerîkî neçar man ji bo jordaxistina wê mûşekê bi kar bînin ku bihaya çend sed hezar dolar bû.