Sibat 11, 2023 13:48 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 5 miliyon sûrî piştî erdhejê aware û mişext bûne

Ajnasa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn kir ku zêdetirî 5 miliyon kes li Sûriyê ji ber erdhejê bê mal û war mane.

Vê ajasnê ser dabînkirina mal û sitarê û raberkirina kelûpelên alîkariyê û her wiha kon û melefeyên laylon, betaniyên germ, doşek bo razanê, kincên zivistanê li kampan teqez dike.

 Di eynî demê de, “Emar Emar“ Berdevkê navçeyî yê UNSEF’ê derbarê gihandina alîkariyan bo sûriyên erdhejlêxistî, Înîyê şevê derbarê belavbûna nexweşiyên vegir û êpîdêmîk li Sûriyê hişyarî da.

Wî bal kişand ser vê yekê ku gelê Sûriyê hewcetî bi her cure alîkariyekê hene û hewcetiyên sereke niha li Sûriyê, ava vexwarinê ya saxlem û xwarek e.

Ji hêla din va jî çavkaniyên dîplomatîk Înîyê şevê ragihandin, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bi zûtirkê bo hilkolandina rewşa mirovî li Sûriyê ji ber erdheja vê dawiyê li vî welatî, yê civîneke awarte li dar bixe.

 

Serepeyv