Sibat 07, 2023 07:24 Asia/Tehran
  • Balafira yekê ya hilgirê alîkarîyên Îranê gihîşt balafirgeha Şamê

Serokê Sazîya Geştên Esmanî ya Sûrîyê jî ragihand: Balafira hilgirê 45 ton xwarek, derman û pêwîstîyên pizişkî wek alîkarîyên Îranê berbanga îro gihêşt balafirgeha Şamê. 

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê jî di daxûyanîyekê da ji NY, nivîsgeha vê rêxistinê, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û sazî û dezgehên din ên hikûmî û nehikûmî xwest ku ji bo çareserkirina karesata mirovî ya ji ber erdhejê alîkarîya Sûrîyê û hikûmeta vî welatî bikin.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê herwiha destxweşî li wan welat û rêxistinan kir ku hevgirtin û amadebûna bo alîkarîyê di vê rewşa giran da ragihandin. 

Erdhejeke bi giranîya 7.8 rîşterî berbanga duh başûra Tirkîyê û bakura Sûrîyê hejand. Di encama vê erdhejê da gellek kesan can dan û mexdûr bûn. Lêgerîna ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan da mane, didomin.