Sibat 06, 2023 19:35 Asia/Tehran
  • Şamê amara fermî ya goriyên erdhejê li vî welatî ragihand

Li pey qewimîna erdheja bi hêza 7,8 Rîşteran li Tirkiyê, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê heta vê demê candayîna 403 kesan li navçeyên bin kontrola Şamê piştrast kir.

Li gorî rapora Fars News'ê, Ehmed Zemîriye Alîkarê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand: “Hejmara candayîyên erdehê gihîştiye 403 kesan û 1284 kes jî birîndar bûne.”

Çavkaniyekê li parêzgeha Heleba Sûriyê jî got: “Hejmara candayîyên erdhejê li parêzgeha Helebê 156 kes û hejmara birîndaran jî 507 kes e.”

Erdhejeke giran bi hêza 7,8 Rîşteran berbanga îro li başûrê Tirkiyê qewimî ku hinek navçeyên bakurê Sûriyê jî hejandin. Li gorî gotina şehedên bûyerê, ev erdhej derdora deqîqeyekê berdewam bûye.

 

Serepeyv