Sibat 05, 2023 18:39 Asia/Tehran
  •  Êrişa bi topan a hêzên Sûriyê ser bargehên “Bereya El Nusre”yê

Artêşa Sûriyê wek bersiva li hember êrişên “Bereya El Nusre”yê, pêgehên vê koma terorîst kirin armanc.

Yekîneyên Artêşa Sûriyê yên li derdora başûra parêzgeha Idlibê û derdora bakurê parêzgeha Hemayê, bersiva êrişên koma terorîst a El Nusrey’ê dan ku di van êrişan da sûd ji rewşa nebaş a hewayê wergirt û êrişî bargehên artêşa Sûriyê li derdora rojhilatê Idlibê kir.

Yekîneyên artêşa Sûriyê herwiha bargehên bereya terorîst a El Nusre’yê û hevpeymanên wê li çola bakûr- rojavayê El Xabê û li navçeya Muare El Neisan’ê li derdora bakûr- rojhilatê Idlibê dan ber topan.

 Koma teroîst a DAIŞ, Bereya El Nusre (Cebhetul’Nusre) û komên din ku hertim himberî artêşa Sûriyê û komên Berxwedana Îslamî li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî têk çûn, hîna jî bi piştgîriya Tirkiye û Amerîkayê li Navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li Sûriyê ne û karên xwe yên dijminane didomînin.

Serepeyv