“Ehrar ul-Şehba”; Koma çekdar a nû ku li bakurê Sûriyê hat avakirin
Sê komên çekdar li navçeyên di bin kontrola çekdarên bi navê “Artêşa Neteweyî” li bakurê Heleba Sûriyê bi hev ra bûn û yek û komeke nû bi navê “Ehrar ul-Şehba”yê ava kirin.
Li gorî rapora roja Înîyê ya Kanala El-Meyadînê, sê komên çekdar bi navê “Ehrar ul-Şam”, “Tevgera Nûreddîn Zenkî” û “Ehrar ul-Tohîd”ê bi dayîna daxuyaniyekê têkelbûn û yekbûna xwe ragihandin.
Ev pêkhateya leşkerî yekem pêkhate ye ku berovajiya biryarên dewlet demkî (aliyên dijber) ya Sûriyê tê avakirin.
Hîn hûrgiliyên zêdetir derbarê vê koma çekdar a nû li Helebê belav nebûne.
Hêjayî gotinê ye sê navçe di sala 2018an da ji aliyê artêşa Sûriyê va hatin kontrolkirin, lê navçeya çarem ku Îdilb û hin deverên Laziqîye, Hemah û Helebê digire ber xwe, hîn di destê komên terorîst da ye.