Çile 31, 2023 19:04 Asia/Tehran
  • Lihevkirna berayî ser hebûna Îranê di têkilîyên sêalî yên Rûsye, Tirkîye û Sûrîyê da

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê got: “Li ser tevlêbûna Îranê nav têkilîyên sêalî yên Rûsye, Tirkîye û Sûrîyê bi awayekî berayî lihevkirin pêk hatîye.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê “Sergeyî Lavrov” îro di civîna çapemenîyê ya hevpar digel hevpîşeyê xwe yê misrî da têkildarî tevlêbûna Îranê nav têkilîyên Rûsye, Tirkîye û Sûrîyê got: “Li ser tevlêbûna Îranê nav têkilîyên sêalî yên Rûsye, Tirkîye û Sûrîyê bi awayekî berayî lihevkirin pêk hatîye.”

Lavrov di vî warî da herwiha got: “Rûsye piştgirîyê dide vê yekê ku Erdogan hez dike peywendîyên bi ‘Esed’ ra asayî bike û amade ye ku karûbarên di vî warî da pêş da bibe.”

Lavrov wek berteka himberî gotinên ”Blînken” têkildarî ihtimala bikaranîna rêbazên leşkerî dijî Îranê jî gto: “Welatên Rojavayî wiha baş dizanin ku biryarnameyên Konseya Ewlehîyê ya NY’yê berçav negirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê herwiha gto: “Rûsye ji ber rewşa têkildarî Îranê dilnigeran e û biryara Welatên Rojavayî ya pêngavrakirina ber bi ibtalkirina rêkevtinameya atomî ya digel Îranê şaşitîyeke mezin bû.”

 

Serepeyv