Çile 29, 2023 19:54 Asia/Tehran
  • Fermandeyê HSD’yê: “Di navbera DAIŞ  û Artêşa Tirkiyê de hevahengiyeke eşkere heye”

Fîras Çekjîn Fermandeyekî “Operasyona Tolhildana endamên kuştî yên hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)” li Reqayê, bal kişand ser vê operasyonê û ragihand ku di navbera DAIŞ û Artêşa Tirkiyê de hevahengiyeke eşkere heye.

Fîras Çekjîn got: “Êrişa ser meqera HSD’yê û navenda fermandetiya hêzên Asayîşê ya Reqayê di meha derbasbûyî de hevgavê êrişên artêşa Tirkiyê ser navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê hevahengiyeke eşkere heye.”

Fîras Çekjîn her wiha diyar kir: “Bê şik DAIŞ’ê hewl da xwe ji nû va organîze bike û bi şêwazên nû êrişî ser navçeyê bike. Me gefa DAIŞ’ê ku gefeke cidî bo navçeyê ye, dît û ser vê esasê bi hevkariya hêzên Asayîşê, me ev operasyon dest pê kir û hêzên me gelek DAIŞ’î girtin û gelek çek û sîlehên wan desteser kirin.”

Serepeyv