Çile 24, 2023 18:43 Asia/Tehran
  •  Hejmareke endamên malbatên DAIŞ’ê bo Fransayê hatin veguhestin

Hejmarek ji jinên fransî yên endamê koma terorîst a DAIŞ’ê ligel zarokên xwe radestî dewleta Fransayê hatin kirin.

Li gorî rapora France Press’ê, Wezareta Derve ya Fransayê roja Sêşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku Parîsê 15 jin û 32 zarokên xizmên terorîstên DAIŞ’ê ku li Kampa Roj’ê li 15 kîlometriya sînorê bakûr rojhilatê Sûriyê digel Iraq û Tirkiyê re dihatin ragirtin, wergirtine.

Ew jin û zarokên ku hatine veguhestin, xwediyê welatînameya Fransayê ne û bi awayekî xwebexş tev li koma terorîst a DAIŞ’ê bûbûn û piştî têkçûna DAIŞ’ê di sala 2019’an da hatine girtin.

Di daxuyaniya Wezareta Derev ya Fransayê da hatiye ragihandin, “Kesên biçûk teslîmî servîsên ji bo alîkariya zarokan tên kirin” û “mezin jî teslîmî meqamên edlî hatin kirin.”

Kampa Roj’ê ku aware û endamên terorîst ên DAIŞ’ê tê da ne, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ye.

Berî niha jî di 5’ê Hezîrana 2022’an  da 16 jin û 35 zarok û di Cotmeha wê salê jî 15 jin û 50 zarokên malbatên endamên DAIŞ’ê bo Fransayê hatibûn veguhestin.

 

Serepeyv