Çile 23, 2023 15:46 Asia/Tehran
  • Desteyeke Kurdên Sûriyê serdana Şamê kir

Desteyeke Kurdên Sûriyê bi serdana xwe ya bo şamê digel rayedarên dewleta navendî ya Sûriyê hevdîtin pêk anî.

Çavkaniyên nûçeyan ên kurdî qala serdana "Bedran Çiya Kurd" ji berpirsên payebilind ên kurdên Sûriyê û desteya hevrê digel wî bo Şamê di rojên dawî da kirin. Vê desteyê digel çend rayedarên dewleta Sûriyê ku navê wan nehatiye girtin hevdîtin pêk aniye û du aliyan derbarê dawîn alûgorên navçeyên kurdnişîn, hebûna hêzên Tirkiyê, pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Sûriyê û mijarên din ên dualî gotûbêj kirine.

Du aliyan her wiha li ser Lihevkirinameya Kêmkirina Kêşeyê ya sala 2019an û hebûna Artêşa Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê gotûbêj kirine û hin çavkaniyên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku lihevtêgihîştinên seretayî li ser xalên bingehîn weke yekparçetiya axê û alaya neteweyî pêk hatine.

Li gorî ragihandina van çavkaniyên kurd, dewleta Sûriyê biryara cidî daye ku beriya derketina leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê, peywendiyên xwe digel vî welatî baştir bike.

Li gorî nûçeyeke din, niştecihên bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora Ajansa Sputnik'ê, Niştecihên hêrsbûyî yên bajarê Reqayê wek nerazîtiya li hemberî kuştina zarokekî bi navê "Rama" û dayîka wî ya bi navê "Nûra Ehmed" ji aliyê endamên HSD'yê va xwenîşandan li dar xistin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, li pey vê xwenîşandanê endamêîn HSD'yê rêzikên qedexetiya hatûçûnê bi cih anîn û rê li ber gihîştina hejmareke gundiyan bo bajarê Reqayê ji bo beşdariya di vê xwenîşandanê da girtin; tevî vê yekê jî, bi sedan malbat li ber mala vî zarok û dayîka qetilbûyî kom bûn û piştra çûn Meydana Ne'îmê û daxwaza qesaskirina kujeran kirin.

 

Serepeyv