Rayedarê sûrî: “Dagirkeriya Amerîkayê êş û elema gelê Sûriyê zêde kiriye”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338805-rayedarê_sûrî_dagirkeriya_amerîkayê_êş_û_elema_gelê_sûriyê_zêde_kiriye
 Wezîrê Niftê yê Sûriyê got ku dagirkeriya Amerîkayê û boykotên neqanûnî yên vî welatî bûne sedem êş û zemetiyên gelê Sûriyê zêde bibin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 14, 2023 09:41 Asia/Tehran
  • Rayedarê sûrî: “Dagirkeriya Amerîkayê êş û elema gelê Sûriyê zêde kiriye”

 Wezîrê Niftê yê Sûriyê got ku dagirkeriya Amerîkayê û boykotên neqanûnî yên vî welatî bûne sedem êş û zemetiyên gelê Sûriyê zêde bibin.

 Besam Tome (Bassam Tohme), Wezîrê Niftê yê Sûriyê got ku dagirkirina hin beşên axa Sûriyê ji wan çavkaniyên niftê yên vî welatî ji aliyê Amerîkayê va û boykotên neqanûnî yên gelê Sûriyê êş û zehmetiyeke  zêde bo xelkê di warê  hewcetiyên pêwîst ji bo germkirin, patin û  cotkariyê û hwd pêk aniye.

  Besam Tome ser pisrgirêkên pêşberî Sûriyê di warê enerjiyê de teqez  kir û got: “Şerê terorîstî li Sûriyê bûye sedem berhemanîna nift û gaz û cereyanê bi awayekî berbiçav kêm bibe.”

 Wezîrê Niftê yê Sûriyê her wiha ji şîrketên hindî xwest ku bila di projeyên Sûriyê çi di warê keştfkirina nift û gazê li bejahî û deryayê û sermayeguzariya di nifta Şîlê de û çi jî di warê enerjiyên vegerbar ên bayî an tavî de hevkarî bikin.

Tome destnîşan kir dabînkirina enerjiya Sûriyê di pêşerojê de tenê ji rêya hevkariya nêzîk di navbera welatên dost de dikare serê xwe bigire.