Netewên Yekbûyî vekirîhîştina derbasgeha sînorî ya Bab ul Hewa li sînorê Tikrîyê 6 mehên din dirêj kir
Konseya Emnî ya NY vekirîhîştina derbasgeha sînorî ya Bab ul Hewa li sînorê Tikrîyê bi merema şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo Sûrîyê 6 mehên din dirêj kir û eva di halekî da ye ku derîyê sînorî yê Til Koçer li sînorê vî welatî û Iraqê hela jî girêdayî ye.
Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî duh 9ê Çillê di civînekê da deng da vekirîhîştina derîyê sînorî yê Bab ul Hewayê li sînorê Sûrîye û Tirkîyê û vekirîmayîna wî derîyî 6 mehên din dirêj kir, di halekî da ku Rêvebirîya Bakur û Bakur-Rojhilata Sûrîyê di nameyekê da ji NY xwestibû ku derîyê sînorê yê Til Koçer bê vekirin.
Derbasgeha sînorî ya Tilkoçer di navbera Iraqê û bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê da ku tenha derîyê sînorî li wan navçana ye, hela jî daxistî ye.
Şayanî gotinê ye ku Rêvebirîya Bakur û Bakur-Rojhilata Sûrîyê di nameyekê da ji NY xwestibû ku derîyê sînorî yê Til Koçer bi merema şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo deverên hanê veke lê di dawîyê da nehat vekirin lê vekirîhîştina derîyê sînorî yê Bab ul Hewa li sînorê Sûrîye û Tirkîyê ku di bin kontrola çekdarên ser bi Enqerê da ye, 6 mehên din dirêj kir.