Di navbera Artêşa Sûrîyê- HSDê û çekdarên ser bi Tirkîyê da pevçûn derket
Çile 10, 2023 07:27 Asia/Tehran
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku di navbera Artêşa Sûrîyê- HSDê û çekdarên ser bi Tirkîyê da pevçûn derket.
Li gorî rapora Zêrevana Mafên merivan a Sûrîyê, ji roja şemî 8ê Çillê va hin pevçûnên perrate di navbera Artêşa Sûrîyê-HSD û hêzên qaşoa Artêşa Azad a Sûrîyê da ku Tikrîye piştgirîyê didê, li gundên Kibaşîn û Faqirtîn ên Efrînê destpê bûne û hela jî didomin.
Derbara kuştî û birîndar û zîyanên maddî yên ihtimalî yên wan pevçûnan da hê ti raporek nehatîye weşandin.
Piştî civînên di navbera berpirsên Tirkiyê û Sûriyê de, êrîşên çekdarên qaşo opozisyonê ser hêzên Sûriyê zêde bûne û hin çavdêr vê yekê wekî redkirina siyaseta Tirkiyê dinirxînin.