Çile 07, 2023 18:58 Asia/Tehran
  • HSD’yê operasyonek dijî DAIŞê li nêzîkî sînorê Sûrîye û Iraqê li dar xist

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) zêde ji 100 endamên DAIŞê û kesên gumanbarê hevkarîya digel vê koma terorîst li bakur-rojhilatê Sûrîyê û sînorê vî welatî û Iraqê desteser kirin.

HSD’yê di daxûyanîyekê da ragihand ku di encama operasyona ramalîn û êrişa ser sitargehên terorîstan da, 154 kesên ber taqîbata Dezgeha Dadwerîyê hatin desteserkirin.

HSD’yê piştî ku koma terorîst a DAIŞê hefteya buhurî nekarî hêzên xwe ji zîndana şarê Reqqayê rizgar bike, operasyona emnî ya bi navê “Birûska Cizîrê” dest pê kir.

HSD di dewama daxûyanîya xwe da radigihîne ku di encama operasyona nû ya hêzên wê da 55 gund û herêmên cotkarîyê li rojhilat û gellek deverên li sînorên hevpar ên Sûrîye û Iraqê hatin ramalîn.

 

 

 

Serepeyv