Li Serê Kaniyê welatiyekî sûrî bi destê cendirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin
Rêxistina Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku li bajarê Serê Kaniyê dema welatiyekî sûrî dixwest derbasî aliyê Tirkiye bibe, ket ber gulleya cendirmeyên ser sînor ve û di encam de canê xwe ji dest da.
Li gor Rêxistina Mafên Merivan a Sûrîyê (SOHR), roja 2ê Çileya 2023yê li bajarê Serê Kaniyê dema welatiyekî sûrî yê xelkê Dêre Zorê dixwest bi rêya çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye ve derbasî aliyê Tirkiyê bibe, cendirmeyên ser sînor ew dan ber gulleyê ku di encamê da hat kuştin.
Rêxistina Mafên Merivan a Sûrîyê radigihîne, ji destpêka sala 2022yê va, 23 welatiyên sûrî li sînorê di navbera Sûriye-Tirkiyê da ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin, di nav de jinek û 3 zarok hene, herwiha 26 kes jî birîndar bûne û 3ê ji wan zarok in.
Rêxistina Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku ev bûyera yekê di sala 2023yê da ye.