Çile 02, 2023 15:39 Asia/Tehran
  • HSD'yê 200 sûrî li parêzgeha Hesekeyê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 200 kesên ser bi eşîrên erebî li parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilatê Sûriyê girtin.

Li gorî rapora çavkaniyên xwecihî li derdora parêzgeha Hesekeyê, Mîlîtanên nasyar bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên girêdayî bi artêşa Amerîkayê di çaremîn roja lidûhev da, hin navçe û gundên derdora Hesekeyê dorpêç kirin û heta niha zêde ji 200 niştecihên van navçeyan bi behaneya endamtiya li komên terorîstî girtine.

Li gorî vê raporê, Bi sedan mîlîtanên HSD'yê bi erebeyên zirxî yên Amerîkayê di roja yekem a sala nû da derbarî navçeya Til Birakê li bakurê rojhilatê Hesekeyê bûn û êrîşî ser malên niştecihên van navçeyan kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, endamên HSD'yê tevî pêkanîna xof û wehşetê li nav niştecihên van navçeyan û talankirina darayî û heyîtiyên wan, bi derbasbûna bo nav malan, jin dan ber lêdanê.

Ji roja 21ê Kanûna 2022an va li çend gundên rojavayê parêzgeha Dêrazora Sûriyê xwenîşandanên li dijî HSD'yê hatine lidarxistin.

 

Serepeyv