Kanûn 25, 2022 15:30 Asia/Tehran
  • Parlamentereke sûrî: Bo asayîkirina peywendiyan divê Tirkiye hêzên xwe vekişîne

Parlamentereka sûrî got “Sûriye heta dema ku Tirkîye mercên wî welatî bi cih neyne qet peywendiyên ligel Tirkiye asayî nake û berê her tiştî jî divê Tirkiye hêzên xwe ji hemû navçeyên Sûriyê vekişîne.”

Parlamentera sûrî Meyyade el-Elî dibêje, Serokkamorê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi armanca bidestxistina raya giştî ya navxwe ya Tirkiyê hewl dide nêzîkbûnekê çê bike, ji ber opozisyona vî welatî ragihandiye ku eger ser bikeve dê hemû mercên Sûriyê cîbicîh bike, lewra Erdogan niha dixwaze berî hilbijartinên serokkomariyê wan mercan bi cih bîne.

Meyyade el-Elî amaje bi wê yekê kir ku stratejiya Erdogan di navbera Rûsya û Amerîkayê de dilerize, ew dixwaze pêyekî wî li  hevpeymaniya Rûsyayê be û pêyekî din jî li hevpeymaniya Amerîkayê be, ku bi vê yekê tenê dixwaze nerîna Şamê derbarê asayîkirina peywendiyan de bizanibe.