Ernûs ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyên aborî navbera Şam û Tehranê teqez kir
Serokwezîrê Sûriyê ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyên aborî di navbera Şam û Tehranê de bona rawestana li hember pirsgirêkên heyî û boykotên yekalî yên Welatên Rojavayî dijî gelên her du welatan tekez kir.
Huseyn Ernûs, Serokwezîrê Sûriyê duh di hevdîtina bi Ayetullah Hesen Exterî, Serokê Civata Dostiya Îran û Sûriyê, rêyên xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên dualî di warên curbicur ên aborî, ticarî, çandî û civakî de hilkolandin.
Di vê hevdîtinê de her du aliyan ser xurtkirina peywendiyên di navbera Îran û Sûriyê û girîngiya vekirina asoyên berfirehtir li ber peywendiyên navbera her du welatan bona bihêzkirina aboriya her du welatan ji bo rawestana li ber pirsgirêkên niha û boykotên yekalî yên Welatên Rojavayî dijî her du gelan tekez kir.
Serokwezîrê Sûriyê ji şîrketên îranî ku dixwezin li vî welatî sermayeguzarî bikin û ser projeyên hevpar li hinek binesaziyan kar bikin ku aboriya neteweyî ku di encama dorpêçkirina zalimane dijî gelê Sûriyê de derbe lêketiye, were bihêzkirin,
pêşewazaî kir. Ayetullah Hesen Exterî, Serokê Civata Dostiya Îran û Sûriyê jî ser girîngiya hewildana ji bo xurtkirina hevkariyên dualî di warên curbicur de ku nîşana peywendiyên stratejîk ên her du gelan û her du welatên dost e, teqez kir.Wan her wiha ragihand ku xurtkirina hevkarityên aborî bi taybet di warên pêşeyî, berhemên niftê, mal û xanîberan û tekonoljîê de navbera Sûriyê û Îranê gelekî pêwîst e.
Peywendiyên di navbera Îran û Sûriyê di rêza peywendiyên stratejîk in.Sûriye ji hevpeymanên Komara Îslamî ya Îranê yên herî girîng li rojavayê Asyayê ye û her du welat di warê berfirehkirina peywendiyan de pêngavan radikin .