DAIŞ'ê êrişî ser xala lêgerînê ya artêşa Sûriyê kir
Paşmayiyên Koma Terorîst a DAIŞ'ê êrişî ser xala lêgerînê ya artêşa Sûriyê kir.
Feras El-Ceham, Fermandarê Hêzên Berevaniya Neteweyî yên Sûriyê, roja Yekşemiyê got, Ev êriş Şemiyê bi şev li gundê El-Dewîrê li derdora rojhilatê Dêrazorê pêk hat.
Pêştir Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku li gor agahiyan, Koma Terorîst a DAIŞ'ê hevgavê bernameyên êrişa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê amadekariya çend êrişan dike.
Hêzên amerîkî yên dagirker ku bi awayê neqanûnî li navçeyên rojhilatê Sûriyê de bi cih bûne, di dereqa du salên buhurî de, terorîstên DAIŞ'ê ji zindanên di bin kontrola mîlîtanên kurd li bakur-rojhilatê Sûriyê û her wiha ji axa Iraqê derxistine û bo armancên xwe bi kar anîne.
Dewleta Sûriyê bi caran teqez kiriye amerîkî û endamên ser bi wê ti armancek ji xeynî talankirina nifta Sûriyê û alîkariya bo endamên DAIŞ'ê tinene û dê dawiyê bidine hebûna wan a neqanûnî.