Kanûn 16, 2022 17:39 Asia/Tehran
  •  Artêşa Sûriyê karwanekî leşkerî bi çekên giran şand Şehbayê

Hikûmeta Sûriyê karwanekî leşkerî bi çekên giran şand bakurê vî welatî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê gefên êrîşa bejayî ser wan dixwin.

Karwanekî artêşa Sûriyê ligel çekên giran ber bi herêma Şehbayê li bakurê Helebê va hatiye şandin.

Hikûmeta Sûrîyê ew karwanê giran duh şand herêma Şehbayê.

Hin çavkanî û çavdêr jî dibêjin ku eva peyameke zelal ji hêla Şamê va bo Enqereyê ye ku nahêle gefxwarinên Tirkîyê têkildarî êrişa bejayî pêk bên.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdoxan vê dawîyê çend caran gef xwar ku dê artêşa vî welatî êrişî Kobanî û Şehbayê bike û wan bêxe bin kontrola xwe. Lewma jî artêşa vî welatî û komên çekdar ên ser bi Enqereyê vê dawîyê êrişên bi topan ser herêmên hanê giran kirine.

 

Serepeyv