Kanûn 14, 2022 18:03 Asia/Tehran
  • Pentagon: Operasyonên hevbeş ên bi HSD’yê re hatin destpêkirin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku wan operasyon û gerrên leşkerî yên hevbeş ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji nû ve dest pê kirine.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Patrick Ryder ragihand, artêşa Amerîkayê ku piştî êrîşa  Tirkiyê ya asimanî li dijî bakur û bakur-rojhilatê Sûrîyê, gerrên xwe yên leşkerî kêm kirin, careke din bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re dest bi gerên hevbeş ên leşkerî kir.

Weke ku tê gotin 900 leşkerên Amerîkayê li Sûrîyê hene.

Tirkiyê di 20ê Mijdarê de operasyonek bi navê “Pence Şûr” bo ser kurdên Sûrîyê da destpêkirin.

Ji ber bandora wan êrîşan, Serfermandarê HSD’yê General Mazlûm Kobanî çend caran ragihand ku ew neçar in gerrên xwe yên hevbeş ên bi hêzên Hevpeymanan re rawestînin da ku bikarin li hember êrîşên Tirkiyê xwe biparêzin.

 

Serepeyv