Kanûn 12, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Tirkiyê careke din Hesekeya Sûriyê da ber êrîşa bi topan

Çavkaniyên sûrî ragihand, Hêzên Tirkiyê û mîlîtanên ser bi wan careke din bakûrê rojhilatê Sûriyê da ber êrîşên bi topan.

Çavkaniyên xwecihî roja Yekşemiyê ragihand, Hêzên Tirkiyê di saetên derbasbûyî da navçeyên Til Leben û El-Kozeliyeyê li rojavayê parêzgeha Hesekeyê dan ber êrîşên bi topan ku di encamê da hin xisar li binesazî û avahiyan ketin.

Ev di rewşekê da ye ku pirraniya niştecihên bajaroka Ebû Rasînê li dorhêla bakûrê Hesekeyê ji ber êrîşên berdewam ji aliyê dagirkerên Tirkiyê va û gullebarana vê bajarokê ku pê ra gelek zirar û ziyan çê bûne, aware bûne.

Artêşa Tirkiyê vê dawiyê êrîşên xwe li ser Ebû Rasînê careke din dest pê kirin û di encamê da zirareke mezin li mal û heyîtiyên hemwelatiyên sûrî ketin.

Ofîsa serokomariya Tirkiyê ragihand ku Erdoxan di gotûbêja telefonî digel Vladîmîr Pûtîn serokê Rûsyayê tekezî li ser plana xwe ji bo avakirina navçeya ewleh heta 30 kîlomitriya nav axa Sûriyê kiriye.

Tirkiyê di salên dawî da gelek navçeyên Sûriyê dagir kirine.

Serepeyv