Kanûn 11, 2022 17:20 Asia/Tehran
  •  Şêniyên Ebû Rasînê li bakûrê Hesekeyê ji ber êrîşên Tirkiyê aware bûne

Pirraniya şêniyên bajaroka Ebû Rasînê li bakûrê Hesekeyê ji ber êrîşên dagirkerên Tirkiyê yên berdewam aware bûne.

Li gorî rapora SANA Newsê, Çavkaniyên xwecihî li Hesekeyê ragihand ku şêniyên bajaroka Ebû Rasînê li bakûrê Hesekeya bakûrê rojhilatê Sûriyê ji ber êrîşên Tirkiyê neçar mane wê derê biterkînin.

Li gorî vê raporê, çavkaniyên xwecihî qala revîna şêniyan ber bi navçeyên ewlehtir kiriye.

Artêşa Tirkiyê vê dawiyê êrîên xwe yên bi topan li ser Ebû Rasînê li bakûrê rojavayê Hesekeyê dest pê kir û di encamê da ziyaneke mezin li mal û heyîtiyên welatiyên sûrî ketiye.

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Mijdarê va êrîşên xwe yên asimanî û bi topan li ser bakûrê Sûriyê girantir kirine.

 

Serepeyv