Kanûn 06, 2022 16:18 Asia/Tehran
  • Dimeşq: Bila Konseya Emnî ya NY dûrî lîstikên sîyasî bi dosîya kîmyewî ya Sûrîyê ra serederîyê bike

Cîgirê Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li NY got: Konseya Emnî ya NY divê dûrî her cure sîyaset û lîstikên sîyasî himberî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê serederîyê bike.

Amerîkayê û hin welatên ewrûpî ji dema destpêbûna qeyranê va li Sûrîyê di sala 2011 da bi armanca sekinîna hibmerî pêşdaçûnên artêşa Sûrîyê û sekinandina operasyona artêşa vî welatî dijî terorîstan çend caran Şam bi bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kirin û hema bi vê hecetê êrişî navendên lêkolînê û yê leşkerî û binkeyên Sûrîyê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Femî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) ragihand ku Cîgirê Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li NY, Hekem Dendî di civîna şeva buhurî ya Konseya Emnî ya NY têkildarî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê da pêgirî ser pêwîstîya venihêrîna Konseya Emnî di helwesta xwe ya himberî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê bi rêya serederîya li gorî rastîyên têkildarî vê dosîyê û parastina esasa pisporî ya wê dûrî ji lîstikên sîyasî kir.

Dendî dîyar kir ku Sûrîye bi dilê xwe tevlî Konvansyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî bûye û got: Şamê sozên xwe bi cih anîne, hemî depo û navendên berhemanînê di demeke gellekî kurt da ji nav birin û hevkaîya digel vê rêxistinê jî didomîne.