Kanûn 05, 2022 18:34 Asia/Tehran
  • Erebeyeke bombebarkirî li bajarê Qamişloyê teqiya

Çavkaniyên medyayî qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li bajarê Qamişloya Sûriyê kir.

 

Çavkaniyên medyayî qata teqîna erebeyeke bombebarkirî li taxa El-Qûtliya bajarê Qamişloya Sûriyê û birîndarbûna welatiyekî kir.

Li gorî gotina şehedên bûyerê, dengê teqîna vê bombeyê li taxên din ên bajarê Qamişloyê hatiye bihîstin.

Hertim li navçeyên bakûrê Sûriyê ku di bin dagirkeriya leşkerên amerîkî û artêşa Tirkiyê û mîlîtanên bin fermana wan e, kiryarên terorîstî û nerazîtiya hemwelatiyên sûrî li dijî wan diqewimin.