Rûsyayê li Kurdistana Sûrîyê mûşekên dijefiroke avêtin herêmên Tirkiyê dagir kirine
Kanûn 03, 2022 15:10 Asia/Tehran
Firokeyên şêrr ên Rûsyayê li Kurdistana Sûrîyê çend mûşekên dijefiroke avêtin Efrîn û Mare`yê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku firokeyên rûsî çend mûşek avêtine derdora Efrîn û Mare`yê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar ên grêdayî wê da ne.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê eşkere nekir ku çima ew êrişa esmanî pêk hatîye, lê diyar kir ku ew yek "hevdem bû digel firrîna heşt firokeyên cengê yên Rûsyayê li herêmê."
Ew êrişa esmanî ya Rûsyayê piştî ku Tirkiyê êrîşên esmanî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk anî, pêk hat.
Tirkiye dixwaze operasyoneke bejayî li Kurdistana Sûrîyê pêk bîne lê Îran, Rûsya û Amerîka bi tundî li dijî vê yekê derdikevin.