Kanûn 03, 2022 09:59 Asia/Tehran
  • Sûriye: Serkirdê DAIŞê ji aliyê artêşa me ve hat kuştin ne opozîsyonê

Artêşa Sûrîyê ragihand ku serkirdê DAIŞê Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî di 15ê Cotmehê de ji aliyê hêzên wê va hate kuştin ne bi destê opozîsyona vî welatî.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku serkirdê DAIŞê Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî di 15ê Cotmehê de ji aliyê hêzên wê va hatîye kuştin ne bi destê opozîsyona vî welatî.

SANA NEWS`ê ragihand ku serkirdê DAIŞê di operasyoneke leşkerî ya artêşa Sûriyê de li bajarokê Casim ê li parêzgeha Der'a di Cotmehê de hat kuştin.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku di operasyonê de hemû endamên malbata wî serkirdeyê DAIŞê jî hatine kuştin.

SANAyê got, “ Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî welatiyekî Iraqî bû û sergêrîya operasyonên rêxistinê dikir her wiha berpirsê planên kuştinê li devera Der'ayê bû.”

Roja Çarşemê 30ê Mijdara 2022an Berdevkê DAIŞê Ebû Omer El-Muhacir di tomareke dengî de ku bi rêya Telegramê hatiye belavkirin ragihand ku Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî di şêrr de hatiye kuştin.