Moskow hewil dide lê Serokomarê Sûrîyê hevdîtina bi Serokomarê Tirkîyê ra qebûl nekir
Dîplomatekî ûris basa hewildana Moskowê ji bo hevdîtina Serokomarên Sûrîye û Tirkîyê li Moskowê dike lê hat îdiakirin ku Beşar Esed qebûl nekir ku bi Receb Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.
Alêksandêr Lavrêntîv Şandîyê Taybet ê Serokomarê Ûrsêtê bo Srîyê got: Moskow amadekarîya hevdîtina serokomarên Sûrîye û Tirkîyê dike.
Eva di halekî da ye ku Orhan Mîroglu endamê Lêjneya Navendî û Biryarder a AKP berî vîya di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a Sputnik`ê da pêgirî kir ku diqewime peywendîyên Dimeşq û Enqerê berî hilbijartina bê ya Tirkîyê di saal 2023yê da derbasî rêyeke nû bibin.
Di vê navberê da Ajansa Nûçeyan a REeuters`ê idia kir ku Esed, “Beriya hilbijartina ku dê li Tirkiyê were lidarxistin, ji bo ku destê Erdogan xurt neke hevdîtin qebûl nekir.”
Hin çavkanîyan jî amajeyî vê yekê kirin ku gotûbêja ser vegera 3.6 milyon welatîyên sûrî yên li Tirkiyê di hevdîtina muhtemel de yê di hilbijartina bê da ser xêra Erdogan be, lewma ev pirsa hatye hilêxistin: “Çima di hilbijartinan de ji Erdogan re serkeftinek were bidestxistin?
Çavkanî didin zanînê ku berî hilbijartinan dê ti nêzikbûnek çênebe.” û her wiha diyar kirin ku Sûriyê fikra hevdîtina Wezîrên Derve jî red kiriye.