Şam: Êrişên Tirkiyê ziyan gihandine binkeyên niftê yên Sûriyê
Wezîrê niftê yê Sûriyê bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên deh rojên derbasbûyî li ser navçeyên bakurî yên vî welatî û got: Di encama van êrişan de xisarên zav li binkeyên niftê yên Sûriyê ketine.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya malpera Rusiya El-Yewmê, Besam Tome, Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê got: Di encama êrişên Tirkiyê ser navçeyên bakurê Sûriyê karistanek ket ber êrişê û xebata wê hat rawestandin.
Tome got: Vê karistanê 150 ton gaza malê û nêzîkî yek milyon metrekûp gaza xwezayî berhem dianî ku ji hêla hêzgehekê va bo berhemanîn û dabînkirina cereyana parêzgeha Hesekeyê dihat xebitandin.
Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê teqez kir binkeyên niftê yên Sûriyê jî ji van êrişan ziyan dîtine û gelek bîrên niftê şewitîne ku di encamê de jîngeha wir qirêj bûye.
Artêşa Tirkiyê ji Yekşemiyê , 20 Mijadrê va, êrişên xwe yên asimanî û topxaneyî ser navçeyên bakurê Sûriyê berfireh kirine.
Erdogan Serokkomarê Tirkiyê gotiye ev welata operasyona bejahiyê li axa Sûriyê jî hildikole.