Artêşa Tirkiyê êrîşî ser derdora Hesekeya Sûriyê kir
Kanûn 01, 2022 16:34 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê êrîşên bi topan ser Hesekeyê domand.
SANA Newsê roja Pêncşemê ragihand, Artêşa Tirkiyê careke din gundên navçeya Ebû Rasînê li bakûrê rojavayê Hesekeya Sûriyê da ber êrîşên xwe.
Çavkaniyên xwecihî li bajaroka Ebû Rasînê ragihand: Hêzên Tirkiyê yên dagirker û kirêgirtiyên wan ên bicihbûyî li gundên Enîq Hewa û Dawûdiyeyê, bajarokên Ebû Rasîn û çend gundên derdora vê bajarokê dan ber êrîşê.
Wan ragihand, ji ber destdirêjiyên Tirkiyê ser Ebû Rasînê gelek ziyan li mal û heyîtiyên hemwelatiyan ketine.
Artêşa Tirkiyê ji 20ê Mijdarê va êrîşên xwe yên asimanî û topxaneyî ser bakûrê Sûriyê gurrtir kirine.