Mijdar 22, 2022 12:23 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê ji destpêka îsal ve 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn

Artêşa Tirkiyê ji destpêka îsal ve bi hemû cureyên çekan, balafirên şer û yên bêmirov 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn. Di encamê de bi dehan hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê ji destpêka îsal ve êrişên li dijî bajarê Kobanê û gundewarên wê zêdetir kirine. Di van êrişan de balafirên şer û yên bêmirov, çekên giran hawin û doçka bi kar anîn.

Li gorî vê nûçeyê, Artêşa Tirkiyê ji destpêka îsal heta 21'ê Mijdara 2022an ve, 78 êriş li dijî Kobanê pêk aniye.

Di encama van êrişan de 15 welatî hatin kuştin û 32 birîndar bûn ku di nav de 13 zarok hene. Yek ji zarokên birîndar Ebdo Henîfî ye ku di êrişa li ser gundê li gundê Qeremoxê de ji lingê xwe bû. Her wiha 17 leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Gundên Kobanê yên ji destpêka îsal ve hatine hedefkirin ev in; Qeremox, Koran, Xerabîsan ên rojhilatê bajarê Kobanê, Zorava, Siftik, Boban, Sêlem, Kor Elî, Çareqlî, Beyadiyê, Ziyare, Çiloxlî, Zor Mixar, Merzerya Ehmed Munîr, Şiyoxa Jorîn ên rojavayê Kobanê, her wiha navenda Kobanê û Girê Miştenûrê hatin hedefkirin.

Di 19 û 20 vê mehê de Artêşa Tirkiyê bi balafirên şer bajarê Kobanê û derdora wê, gundên Zor Mixar, Çareqlî, Ziyare, Aşmê û Şiyûxa Jorîn bombebaran kirin, di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.

Serepeyv