Mijdar 20, 2022 09:56 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Kobanî bombebaran kir

Balafirên cengê yên Tirkiyê çend deverên bajarê Kobanîyê li Kurdistana Sûrîyê bombebaran kirin.

Çavkaniyên xwecihê ragihandin ku balafirên şêrr ên Tirkiyê taxa Kaniya Kurdan, Daristana Kobanî, rêya Cerablusê, gundên Hilinc û Bêlûniyê yên Şehbayê û derdora Eyn Îsayê bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî piştrast kir ku balafirên Tirkiyê bajarê Kobanîyê bombebaran dikin.

Berpirsê ragihandinêyê HSD Ferhad Şamî dibêje: “Bajarê ku DAIŞ têk bir, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê bombebarankirin.”

Şamî da zanîn ku ji bilî gundê Dehir Ereb a dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê li Hesekê jî bombebarankirin.