Mijdar 15, 2022 08:29 Asia/Tehran
  • Mazlûm Ebdî: Ti têkiliya hêzên me bi teqîna li Stenbolê tuneye

Fermandarê Gişt ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir tu têkiliya hêzên wan bi teqîna li Stenbolê tuneye.

Li gorî nûçeya Hawarnewsê (ANHA); Fermandarê Gişt ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê got: “Em diyar dikin ku tu têkiliya hêzên me bi êrişa li Stenbolê tune û em îdiayên li ser hêzên xwe red dikin.”

Fermandarê Gişt ê HSD’ê Mazlûm Ebdî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifa xwest.

Serepeyv