Mijdar 09, 2022 08:48 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Êrişên Tirkiyê yên her rojî dibin sedema mirina xelkê sivîl ên herêmê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratî Mezlûm Kobanîî got “Nearamiya siyasî, krîza aborî û êrîşên berdewam ên dagirkiya Tirkiyê her roj dibe sedema mirina sivîl û penaberan li herêmê. Pêwîste Civaka Navdewletî alîkar be ji bo başkirina rewşa xelkê."

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî derbarê êrişên Tirkiyê û belema koçberên Kurd ku li Cezayirê binav bû daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî sersaxî ji malbatên koçberên kurd ên Sûriyê yên li Cezayîrê belema wan binav bûbû tê de xeniqîbûn re xwest û got “Ev karesatek e ku nîşan dide ku divê pêşî rêveberiya xweser zêdetir hewl bide da ku pêşerojeke baştir ji gelê herêmê re peyda bike.”

Mezlûm Kobanî herwia ragihand “Ji bo careke din ev karesat neqewimin em ê her tiştî bikin. Em ê bi hemû karînên xwe kar bikin bo bûyerên binavbûnê dûbare nebin. Em daxwazê ji hemû Sûriyên asê mane dikin ku vegerin. Em soz didin hemû hêsankariyan bikin bo vegera Sûriyên ku asê mane.”

Li gorî medyaya Filistînê, Zêdetirî 62 penaberên Sûriyê ku 50 ji wan ji Kobanî ne, di nav wan de jin û zarok hene, ji aliyê hikûmeta Cezayîrê ve “bê av û nan” şandine biyabana Cezayîrê.

Yek ji wan koçberan bi navê Mesûd Qadir ji medyayê re got, ew li çolê asê mane, ji ber ku nikarin vegerin Sûriyê û pereyên wan tune ku biçin welatên din.

Koçber got piştî ku li Mustaghanmê hatin girtin ew şandin çolê. Wan berê ji hikûmeta Cezayîrê xwestibû ku mafê penaberiyê bide wan, lê wê red kiribû.

Serepeyv