Mijdar 06, 2022 22:32 Asia/Tehran
  • Êrîşên asmanî yên Rûsya û Sûriyê bo ser terorîstan li Idlibê

Hêzên esmanî yên Rûsya û Sûriyê li rojavayê bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê êrişî çeperên terorîstan kirin.

Li gorî rapora roja yekşemê ya kanala televîzyonî ya El-Meyadeen, firokeyên Rûsî û Sûriyê cihê kombûna endamên koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra) li nêzîkî devera Keferceles li rojavayê bajarê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî vê raporê, endamên koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam li yek ji kempên xwe yên leşkerî di dema perwerdekirina çeteyên xwe ji bo şerê di nav kolanan de bûn hedefa êrişa hewayî.

Di vê raporê de hatiye ku heta niha ti raportek li ser hejmara kuştî û birîndarên koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam di encama vê êrişê de bi dest neketiye.

Di van demên dawî de çalakiyên komên terorîst ên Tehrîr El-Şam li herêma kêmkirina rageşiyê zêde bûne.

Artêşa Sûriyê jî çend caran çeperên van komên têrorîst bi topan hedef girtin.

Herêmên kêmkirina rageşiyê ku parêzgeha Idlibê û beşek ji parêzgehên Heleb, Hemayê û Laziqiyê dihewîne, sitargeha dawî ya çekdarên koma têrorîst a Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusre) ne.

Serepeyv