Tirkiye: 2 şervanên PKKê li bakurê Sûriyê hatin kuştin
Di berdewamiya destwerdana leşkerî ya neqanûnî li bakurê Sûriyê de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îdia dikin 2 endamên PKKê ku yek ji wan berpirsekî PKK bû hatin kuştin. Tirkiyê Hêzên YPG û HSDê yên kurdên Sûriyê bi navê endamên PKKê dide nasandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Rêxistina Îstixbarata Tirkiyê (MIT) roja yekşemiyê îdia kir ku di operasyonekê de li bakûra Sûriyê, Qeys Berho Silêman welatiyê iraqî ku endamê PKK`ê bû hedef girt û kuştin.
MIT îdia dike ku ew fermandeyekî PKKê ji xelkê Iraqê bû ku sala 2013 bû endamê vê komê.
Artêşa Tirkiyê herwiha îdia dike ku endamekî din ê PKKê jî li bakurê Sûriyê kuştiye.
Dewleta tirk ku gelek beşîn Sûriyê dagîr kirine endamên YPG û HSDê wek endamên PKKê dide nasandin.
Hêjayî gotinê ye ku biryara Tirkiyê ya çêkirina korîdora bi navê ewlehiyê bi kûrahiya 30 kîlometran di nav axa Sûriyê de rastî berteka tund a Şamê hat. Karbidestên Sûrî armanca Enqerê ji çêkirina vê korîdorê li nav axa Sûriyê bi behaneya dabînkirina ewlehiya Tirkiyê wek dagîrkirina axa Sûriyê û zêdekirina wê ser axa Tirkiyê dizane.