Mijdar 04, 2022 10:42 Asia/Tehran
  •  Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li gundekî nêzî sînorên Tirkiyê bi cih bûn

Çavkaniyekî ji gundewarên Girê Spî ragihand ku piştî hêzên artêşa Tirkiyê ji eniya rojavayê herêmê vekişîne, çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li wir bi cih bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyekî ji gundewarên herêma Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (El Nusra ya berê) vê dawiyê ketine herêma Girê Spî ya dagirkirî û li gundê Yabisê (2 km li rojavayê herêmê û li ser sînorê Tirkiyê) bi cih bûne.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên ‘Feyleq El Mecid’ ên li wê herêmê, ber bi gundê Xirbet El Feres ve (20 km li başûrê herêmê) vekişîne.

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: Ajansa me ketina bi dehan çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ya herêmê di 30`ê Cotmehê de belge kiribû. Çeteyên ku li herêma dagirkirî bi cih bûne, di deriyê Yabisê re yê di bin serweriya hêzên Tirkiyê de, derbas bûbûn.

Hemwextî wê yekê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li eniyên şer ên bi 'Meclisa Leşkerî ya Minbicê' (koma girêdayî bi desthilata bakûr û rojhilatê Sûriyê) re li rojavayê bajarê Minbicê jî bi cih bûbûn.

Serepeyv