Mijdar 01, 2022 15:46 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Sûriyê: Em ê bersiva êrîşên Rejîma Siyonîst bidin

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekezî li ser bersivdana bo destdirêjiyên Rejîma Siyonîst kir.

Feysel Miqdad Wezîrê karên derve yê Sûriyê roja Sêşemiyê di gotûbêja digel rojnameya omanî ya Esîrê derbarê bersivnedana bo destdirêjiyên berdewam ên artêşa Rejîma Siyonîst li ser bajarê Şamê û derdora wê got: Siyonîst derfeta firrîna balefirên rêwîhilgir bi kar tînin û ji jêr an jora van balefiran êrîş dikin; di vê rewşê da eger mûşekên sûrî bersiv bidin dibe ku balefirên rêwîhilgir bibin armanc û em vî karî nakin.

Miqdad got: Helwêsta me derbarê van destdirêjiyan ron e; em dibêjin û hişyarî didin ku Israyîl zû an dereng dê bersiva van destdirêjiyan wergire.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir: Sûriye li dû pevçûnê nîne û tiştê ku niha hewcetî pê heye, hikmet û tevdîr e.

Feysel Miqdad bi gotina vêya ku welatê wî bi zûtî dê bersiva destdirêjiyên Rejîma Siyonîst bide, tekez kir: Min bi caran ji NY xwest ku ji bo rawestandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst bikeve tevgerê.

 

Serepeyv