Cotmeh 26, 2022 14:30 Asia/Tehran
  • Heyet Tehrîr el-Şam çekdarên xwe li Efrînê û gundên wê bi cî dike

Heyet Tehrîr el-Şam (Bereya El-Nusreya) çekdarên xwe li Efrînê û gundewarên wê zêdetir bi cî dike.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriya, Ibramî Şêxo ji Rûdawê re ragihand, koma çekdar a Heyet Tehrîr el-Şam ji Efrîn û gundewarê wê derneketiye û got, zanyariyên derbarê derketina çekdarên wê koma terorîst ji Efrînê ne rast in.

Ibrahîm Şêxo diyar kir, “tevî Tehrîr el-Şam gotiye ku ew ji Efrînê derketiye û çûye gundewarê Idlibê, lê ew li cihê xwe yê berê maye û çekdarên xwe li gundê Miryemîn li nahiya Şeran û li gundê Tirindê yê ser bi Efrînê ve bicih kirine.”

Şêxo destnîşan kir, “Tehrîr el-Şam di bin al û navê grûpên din ên çete yên wek Sultan Murad, Emşat, Hemzat û Tevgera Ehrar el-Şam de hêzên xwe li Efrînê belav kirine.”

Nêzîkî du heftiyan berî niha di 13ê Cotmeha 2022an de terorîstn Heyet Tehrîr el-Şam bi razîbûn û piştgiriya Tirkiyê piştî çend roj şer û pevçûnên li dijî Cebhet el-Şamiye, Feyleqa Sêyem û Ceyş el-Îslam derbasî nav bajarê Efrînê bûn û bajar bi temamî kontrol kirin.

Piştre Heyet Tehrîr el-Şam bera hêzên xwe da gundewarên Efrînê û bajarê Ezazê li bakur rojhilatê Efrînê û di berdewamiya pevçûnan de hejmarek gundên din ji kontrola Cebhet el-Şamiye, Feyleqa Sêyem derxistin.

Di demekê de ku Heyet Tehrîr el-Şam xwe ji êrîşa bo ser Ezazê re amade dikir, artêşa Tirkiyê li gundewarê Efrînê û di navbera Ezaz û Efrînê de hejmarek tank û hêzên xwe belav kirin û piştre agirbestek di navbera Heyet Tehrîr el-Şam û Feyleq Sêyem û Cebhet el-Şamiye de hat ragihandin.

Hatibû ragihandin, ku di çarçoveya wê agirbestê de Heyet Tehrîr el-Şam hejmarek hêzên xwe û çekên xwe yên giran ji herêma Efrînê vedikişîne.

Serepeyv