Cotmeh 24, 2022 16:39 Asia/Tehran
  •  Artêşa Sûriyê li Heleb, Idlib û Hemahê êrîşî ser terorîstan kir

Li pey êrîşa terorîstên girêdayî bi Tirkiyê li ser  Navçeya Kêmkirina Kêşeyê li Sûriyê, artêşa vî welatî êrîşî ser baregehên wan kir.

 

Artêşa Sûriyê bersiveke bihêz û qahêm da êrîşên terorîstên girêdayî bi Tirkiyê li Navçeya Kêmkirina Kêşeyê li bakûrê rojavayê Sûriyê û baregehên wan li parêzgehên Heleb, Idlib û Hemamê gullebaran kirin.

Rojnameya El-Wetenê jî ragihand: "Hêzên Sûriya Demokratîk" (HSD) girêdayî bi Amerîkayê baregeheke hêzên Tirkiyê yên dagirker li navçeya Kelcebreynê li bakûrê Helebê dan ber êrîşa bi sê roketan.

Leşkerên amerîkî ev demeke dirêj e ku bi awayê neqanûnî li Sûriyê ne û ji bilî talankirina çavkaniyên neft û dexl û danê yên vî welatî, hin kiryaran li dijî niştecih û hêzên sûrî pêk tînin.

Li gorî nûçeyeke din, hin çavkaniyên sûrî ji zarê endamên komên terorîst û çekdarên nêzikî Tirkiyê li Idliba Sûriyê ragihand: Bi dehan terorîstên El-Qayîdeyê bi piştgirî û zexta koma terorîstî ya Cebheya Nusreyê (aniha bi navê
Heyeta Tehrîr Ul-Şamê) vl dawiyê ji Idlibê çûne UKraynê da ku dijî Rûsiyê şer bikin.

Serepeyv