Cotmeh 24, 2022 12:49 Asia/Tehran
  •  Terorîst ji bo şerê dijî Rûsiyê ji Sûriyê bo Ukraynê tên şandin

Hin çavkaniyên dijberên sûrî ragihand ku komeke terorîst û çekdarên nêzikî Tirkiyê ji parêzgeha Idliba Sûriyê ji bo şerê dijî Rûsiyê sewqî Ukraynê hatine kirin.


Li gorî rapora IRNAyê ji zarê rojnameya El-Wetenê, hin çavkaniyên dijberên sûrî ji zarê endamên komên terorîst û çekdarên nêzikî Tirkiyê li Idliba Sûriyê got: Bi dehan terorîstên girêdayî bi El-Qayîdeyê bi zext û piştevaniya koma Cebheya Nusreyê (Heyeta Tehrîra ul-Şamê ya niha) vê dawiyê ji Idlibê çûne Ukraynê ku şerê Rûsiyê bikin.

Çavkaniyênn El-Wetenê ragihand: Ebû Muhemed Colanî serçeteyê bilind ê Cebheya Nusreyê destpêka Cotmeha 2022ab li navçeya Şexerê li bakûrê bajarê Cesr ul-Şixûrê ya rojavayê Idlibê digel serokên terorîstî ku pirraniya wan çiçinî, ûris û uyxûr in civiyaye û wan ji bo çûyîna Ukraynê di çarçoveya Tabûra Derveyî teşwîq kirine.

Li gorî vê raporê, di du hefteyên dawî da zêdetir ji 70 terorîst ji Idlibê çûn UKraynê ku di nav wan da hin serokên terorîstan ji wan Ebdulhekîm Şîşanî serçeteyê koma terorîst a bi navê Leşkerên Qefqazê hene.


 

Serepeyv