Cotmeh 22, 2022 11:37 Asia/Tehran
  • HSD: Îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê kuştina 10 şervanên me derew in

QSD`ê ragihand ku îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ên têkildarî kuştina 10 şervanên wan, ne rast in.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ya kuştina 10 şervanên me derew in.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, Wezareta Berevaniyê a Tirkiyê, di rojên 16 û 21'ê Cotmehê de daxuyanî da û îdia kir ku di van rojan de 10 şervanên me kuştine. Ev îdiayên wan ji rastîyê dûr in.
 

Serepeyv