Cotmeh 21, 2022 08:40 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 5 miliyon awareyên sûrî vegeriyane welatê xwe

Husên Mexlûf Wezîrê karûbarên navxweyî û jîngehê yê Sûriyê roja Pêncşemiyê qala vegeriyana zêdetirî 5 miliyon awareyên sûrî bo welatê xwe ji sala 2018an va heta niha û tevî hemî astengîderxistinên welatên rojavayî kir.

Husên Mexlûf, Wezîrê karûbarên navxweyî û jîngehê yê Sûriyê roja Pêncşemiyê di axaftinekê da li civîna hevpar a Sûriye û Rûsiyê ji bo şopandina Konferansa Navneteweyî ya Vegeriyana Awareyên Sûrî li Şamê, got: Ji sala 2018an va zêdetirî 5 miliyon penaber û awareyên sûrî vegeriyane cih û warê xwe.

Wezîrê karûbarên navxweyî û jîngehê yê Sûriyê bi gotina vêya ku dewleta vî welatî berdewam li ser baştirkirina rewşa jiyanê û teşwîqkirina penaberan ji bo vegeriyana bo welatê xwe dixebite, got: Welatên Rojavayî pêşî li vegeriyana penaxwazên sûrî bo welatê xwe digirin da ku mijara penaberan ji bo xwestek û timayên xwe yên siyasî bi kar bînin.

Husên Mexlûd di dewamê da tekez kir: Hewildanên dewleta Sûriyê bi taybet di warê jinûva-avakirin û raberkirina xizmetan û zêdekirina berhemanînê bi armanca baştirkirina rewşa jiyana sûriyan didomin.

Wezîrê karûbarên navxweyî û jîngehê yê Sûriyê her wiha bal kişande ser dewama dizîna neft û dexl û danê Sûriyê ji aliyê dagirkerên amerîkî va û got: Amerîkî bi awayekî rêxistinkirî tevî piştevaniya ji terorîstan, rêzê li ti yek ji qanûnên navneteweyî nagirin.

Serepeyv