Cotmeh 20, 2022 20:26 Asia/Tehran
  • Middle East Forum: Heyeta Tehrîr El-Şamê darê destê Tirkiyê ya nû li dijî kurdên Sûriyê

Li gorî rapora Middle East Forum'ê berfirehkirina kewşena xwe ya ji aliyê koma terorîst a Heyeta Tehrîr El-Şamê bêyî erêkirina Tirkiyê ne pêkan e û dibe ku Enqere vê koma tundrê li şûna Artêşa Azad li dijî Kurdên Sûriyê bikar bîne.

Koma tundrê a Heyeta Tehrîr El-Şamê ku Amerîka ew daniye nav lîsteya komên terorîst, kaiîye hin navçeyên bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ji wan bajarê Efrînê yê kurdnişîn li bakûrê rojavayê Sûriyê bixe bin kontrola xwe.

Ramangeha Middle East Forum'ê di analîzeke xwe de li ser vê bûyerê nivîsand ku ev mijar dibe guhertineke cidî di siyaseta Tirkiyê ya li hember Kurdên Sûriyê de.

Vê enistîtûyê gotiye: Dibe ku Tirkiye vê grûpê wekî alternatîveke baştir ji Artêşa Azad a Sûriyê dihesibîne da ku bi Kurdên Sûriyê re mijûl bibe, ji ber wê jî dibe ku Heyet Tehrîr el-Şam li dijî wan li kêleka êrişên balafirên bêmirov li ser hêzên Kurdên Sûriyê bikar bîne.

Vê ramangehê ev heger hilêxistiye ku ev bûyer dikare bi awayekî rewşê ji bo hevhatina Enqere û Şamê ji bo asayîkrina peywendiyan xweş bike, ji ber ku hêzên dewleta Sûriyê aniha dikarin êrîşî ser Efrînê bikin. Ev yek li dijî berjwendiyên Tirkiyê nîne, ji ber ku ev bajar tevî hebûna hin raporan derbarê derketina Heyeta Tehrîr El-Şamê, hema wisa di destê vê komê da ye û heke hêzên dewleta Sûriyê êrîşî ser Efrînê bikin, endamên Heyeta Tehrîr El-Şamê dikevin ber êrîşê, neku Hêzên Artêşa Azad ên girêdayî bi Tirkiyê.

Serepeyv