Cotmeh 20, 2022 19:03 Asia/Tehran
  • Miqdad: Piştevaniya ji terorîsm û dagirkeriyê li Sûriyê divê bi dawî were

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir, piştevaniya ji komên terorîst li Sûriyê û dagirkerî û talankirina heyîtiyên vî welatî divê were rawestandin.

Feysel Miqdad Wezîrê karên derve yê Sûriyê roja Pêncşemê di civîna hevpar a du taximên hevahengker ên Sûriye û Rûsiyê derbarê vegeriyana penaber û koçberên sûrî bo welatê xwe li Şamê got: Şam tekezî li ser aştiyên neteweyî ji bo asayîkirina rewşa welêt, dike û destûra Lêborîna Giştî ya Beşar Esed serokomarê Sûriyê, rewşê ji bo vegeriyana koçberan bo welatê xwe bêyî ti kêşeyeke qanûnî xweş dike.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî amajeya bi viya ku tekeziya li ser yarmetiya bo gelê Sûriyê di qonaxa yekem da hewcedarê wê ye ku piştevaniya ji terorîsm û dagirkeriya Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê û talankirina heyîtiyên Sûriyê bi dawî were, got: Dewleta Sûriyê amadeyî raberkirina hemî derfetên pêwîst ji bo vegeriyana penaberên sûrî bo welêt e.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên terorîstî yên bin piştevaniya Erebistan, Tirkiye, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo guherandina hevsengiyên navçeyê li ser xêra Rejîma Siyonîst dest pê kir.

Serepeyv