Cotmeh 19, 2022 15:43 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên şerê terorîstan li bakurê rojavayê Sûriyê zêde dibe

Şer û pevçûnên di navbera komên têrorîst li bakurê rojavayê Sûriyê ji 10 rojên dawî ve heta niha bûne sedem herî kêm 58 kes werin kuştin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya rojnama El-Neşre, li dewama şer û pevçûnên navbera komên têrorîst ên girêdayî Tirkiyê li bakûra Sûriyê û gurûpa têrorîst a girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) ku ji deh rojan berî niha destpê bûye, herî kêm, 58 kes hatine kuştin ku 10 ji wan sivîl in.

Li gor ragihandina gurûpa dijbereya Sûriyê ya bi navê “Çavdêriya Mafên Mirovan” li Sûriyê, di van şer û pevçûnan de 28 endamên koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam, 20 endamên komên têrorîst ên girêdayî artêşa Tirkiyê û 10 kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, nêzîkî 30 komên terorîst ên çekdar ên qaşo bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ku artêşa Tirkiyê piştgiriya wan dike û alîkariya malî û çekî ji wan re dike navçeyên sînorî yên li bakurê parêzgeha Helebê ku herêmên wek bajarên Cerablûs, Efrîn, El-Bab û Ezazê digirin ber xwe, dagîr kirine.

Grûpa bi navê “Çavdêriya Mafên Mirovan” ragihand ku piştî nêzîkî deh rojan ji şer û pevçûnan, her du aliyên nakok gihîştin rêkeftinekê, ku li gor wê rêkeftinê Heyet Tehrîr El-Şam navendên refahê û aborî kontrol bike û Eniya El-Şamiye jî ewlehiya Efrînê dabîn bike, lê piştî çend rojan ji vê lihevkirinê, pevçûnek din di navbera desteya Heyet Tehrîr El-Şam ji aliyekî û Eniya El-Şamiye û koma têrorîst a bi navê "Ceyş El-Islam" derket.

Serepeyv